Polîtîk

`Derfetên danûstaninê yên baş di navbera me û Şamê de hene`

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî semînarek li ser dawîn pêşhateyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Semînar ji aliyê Serokê ENKSê Mihemed Ismaîl li hola Efrîn li Qamişlo hate pêşkêşkirin tê de aliyên siyasî, rewşenbîr û cemawerên Kurd beşdar bûn.

Serokê ENKSê li ser dawîn pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rawestiya û diyar kir ku Sûriyê piştî hilweşîna Rêjîma Esed derbasî qonaxeke nû bû.

Mihemed Ismaîl da zanîn ku ragihandina destûrî û kongira diyaloga niştîmanî ya Sûrî nerazîbûnek li Sûriyê derxist holê û bû cihê dilgiraniya hemû pêkhateyan.

Serokê ENKSê got ku derfetên danûstaninê yên baş di navbera Kurdan û hikûmeta veguhêz a Sûrî de hene û aliyên gerantor weke Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî dê serperiştiya danûstandinan bikin.

Ismaîl da zanîn jî ku danûstandin rêya herî baş e ji bo çareserkirina hemû pirsan li Sûriyê di nav de doza Kurdî, derbarê rêkeftina El-Şeri´ – Ebdî serokê ENKS diyar kir ku ew rêkeftin li ser mijarên giştî ye lê danûstandin bijardeya rast e.

Back to top button