Trump: Mezintirîn guhertina dîlên şerê Rûsya û Ukraynayê temam bû
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku mezintirîn pevguhertina dîlên şer ê di navbera Rûsya û Ukraynayê de temam bûye. Di hevdîtinên li Stenbolê de, her du welatan li hev kirin ku 1000 dîlên şer ên bi hev re azad bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê li ser platforma medyaya civakî Truth Social derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de daxuyaniyek da.
Trump di daxûyaniya xwe de got, “Pevguhertineke mezin a girtiyan di navbera Rûsya û Ukraynayê de niha temam bûye. Ew ê di demek nêzîk de bikeve meriyetê. Pîrozbahiyê li her du aliyan ji bo danûstandinan. Gelo ev dikare bibe sedema tiştekî mezin?”
Biryara danûstandina zindanan li Stenbolê hat dayîn
Rûsya û Ukrayna di hevdîtinên li Stenbolê de li hev kirin ku her yek ji wan hezar dîlên şer berdin. E
Piştî hevdîtinên ku di 16ê Gulanê de li Stenbolê hatin lidarxistin, Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustam Umerov ragihand ku Rûsya û Ukraynayê li ser pevguhertina dîlan li hev kirine ku dê ji her du aliyan 1000 leşker serbest werin berdan. Şandeya Rûsyayê jî pevguhertina dîlan piştrast kir.
Serokê şandeya Rûsî, Vladimir Medinsky, piştî danûstandinên aştiyê yên Stenbolê axivî û daxuyaniya şandeya Ukraynayê piştrast kir û got, “Di rojên pêş de dê guhertineke mezin a girtiyan a 1000 kesan pêk were.”