Li gorî rojnameya Hayom a Îsraîlê, ku îşaret bi çavkaniyek Îsraîlî dike, Tirkiye û Îsraîl li ser çend prensîban li hev kirine da ku pêşî li pevçûnek leşkerî di navbera Hêzên Parastina Îsraîlê û artêşa Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê de bigirin. Ji bo başûrê welêt, Îsraîl israr dike ku ev herêm bêçek were paqijkirin.
Portala Middle East Eye her wiha ragihand ku Îsraîl û Tirkiyeyê di navbera hêzên xwe yên li Sûriyeyê de “xeteke germ” ava kirine da ku pêşî li bûyeran bigirin.
Di heman demê de, bi navbeynkariya Azerbaycanê hevdîtin berdewam dikin.
Çavkaniyek ku ji pêşveçûna danûstandinan agahdar e ji portala Middle East Eye re got ku Îsraîl di prensîbê de ti nerazîbûnek li hember bicihkirina leşkerên Tirkiyê, di nav de tank û yekîneyên piyade, li ser axa Sûriyeyê tune.
Di hevdîtinên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ku roja Pêncşemê 7ê Gulana 2025an li Bakûya paytexta Azerbaycanê hatin lidarxistin, heyeta Îsraîlê du daxwaz derbarê Sûriyê de ji heyeta Tirkiyê kirin.
Mercê Îsraîlê ew e ku Tirkiye sîstemên parastina hewayî û radarên ku dikarin tevgerên Hêza Hewayî ya Îsraîlê li Sûriyeyê bişopînin, saz neke.