PKKê kongreya xwe li darxist!

Gotubûjên di derbarê pêkanina kongreya PKKê û biryara devjêberdana çekan û hilweşandina partiyê de berdewam dikin. Ya balkêş ewe ku, rayadarên dewletê daxûyaniya didin û medya tirkî di vê derbarê de nirxandinên cuda dike.
Heta tê îdiakirin ku PKKê kongreya xwe pêkaniye û dixweyê îro di vê derbarê de daxûyaniyekî dide.
PKK bi xwe dibêje ji xwe kongre lidevera Silêmaniyê civiyaye û biryara girtî dê ji raya giştîre daxûyaniyekî de ragihînin. di vê derbarê de PKK dibêje: Kongreya 12emîn a PKK di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn.”
PKKê demeke di nava xwe de vê pirsê gotubêj dike. Lê tê zanîn ku beşek ji PKKê ne li gel vê pêvajoya fesih kirin û devjêberdana çekan e. Di eslê xwe de ji PKKê behtir gerek KCK kongreya xwe pêkanibûya û xwe fesih bikira.
Tişta ku dixweyê, dê PKK bi awayekî heyîna xwe berdewam bike. Ne hesaniye ku, PKK bi tevahî bê ku, îrada Îranê hebe bi temamî vê pêvajoyê qebûl bike.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê DEM xwe bi temamî ji vê pêvajoyê reamade dike. Heta ku PKK daxûyaniya xwe ragihîne, gelek tişt ne zelale. Lê qonaxa piştî daxûyaniyê jî girînge.


