Cîhan

Amerîkayê di şevikî de 29 êrîşên azmanî birin ser Yemenê

Amerîkayê êrîşên xwe yên asmanî bo ser Hûsiyên Yemenê zêdetir kirine û derengê şeva borî 29 êrîşên asmanî kirine ser pêgehên Hûsiyan li pênc parêzgehên Yemenê.

Amerîkayê Benderê Reis Îsayê û Girava Kemranê li Elseyfê li Parêzgeha Hudeydeyê ya Yemenê bombebaran kirine. Herwesa amaje hatiye dan ku, Amerîkayê pêgeh û cihên Hûsiyan li başûrê Sanaya paytexta Yemenê jî bombebaran kirine.

Amerîkayê bi sê êrîşên asmanî embarên çekî yên Hûsiyan li serbazgeha Elsewadê li başûrê Sanayê jî bombebaran kirine û teqîneke bihêz jî paytexta Yemenê hejandiye.

Balafirên şerî yên Amerîkayê şeş êrîş kirine ser pêgehên Hûsiyan li devera Benî Meterê li rojavayê Sanayê jî.

Li dû medyayên Hûsiyan, di bombebaranên Amerîkayê de li Sanayê 14 kes birîndar bûne.

Medyayan herwesa ragehandiye ku, Amerîkayê sê êrîşên asmanî kirine ser pêgeha Hûsiyan li rojhilatê Seideyê.

Back to top button