Netanyahu piştî êrişa Husiyan gef li Îranê xwar: Em dê bersivê bidin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, piştî ku Husiyên Yemenê bi mûşekên balîstîk balafirgeha Ben Gûrionê ya li bajarê Tel Evîvê yê Îsraîlê kir armanc, ragihand ku çavkaniya vê êrişê Îran e û ew dê hem bersiva Husiyan û hem jî ya Îranê bidin.
Netanyahu di parvekirina xwe ya li ser Xê de got: “Êrişa Husiyan ji Îranê tê. Îsraîl dê di cih û dema ku bijartiye de bersiva Husiyan bide.”
Piştî êrişê, Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku di bûyerê de 6 kes bi awayekî sivik û navîn birîndar bûne û hatine tedawîkirin.
Her wiha Husiyan berpirsiyariya êrişê girtibû ser xwe.
Netanyahu parvekirina berê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku destnîşan kiribû êriş bi Îranê ve girêdayî ye, wergirt û got: “Serok Trump mafdar e”.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku dê ne tenê bersiva Husiyan, lê belê ya Îranê jî rasterast bê dayîn û got: “Îran çavkaniya terorê ye û dema wê were, dê bersiva pêwîst bistîne”.
Netanyahu di peyama xwe ya vîdyoyê de ragihand ku Îsraîlê berê jî li hemberî gefên bi vî rengî gav avêtine û dê vê xetê bidomîne.
Wî teqez kir ku bersiva dê bê dayîn, dê bi “çend qonaxî” be.
Tansiyona di navbera Îran û Îsraîlê bilind dibe
Di navbera Îsraîl û Îranê de di salên dawî de sê êrişên mezin ên şerê rasterast pêk hatin.
13ê Nîsana 2024an, Îranê di çarçoveya “Operasyona Soza Rast” de bi 300 mûşek û dronan Îsraîl kir armanc.
Ev êriş wekî bersiva bombebarankirina balyozxaneya Îranê ya li Şamê ya ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kirin.
Sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê piraniya wan êrişan asteng kiribû.
1ê Çiriya Pêşîn a 2024an, Îranê di çarçoveya “Soza Rast 2” de bi 200 mûşekên balîstîk baregehên leşkerî yên Îsraîlê yên li Çola Negev, baregeha hewayî ya Tel Nof û avahiyeke girêdayî Mossadê kir armanc.
Di wê êrişê de jî Filistîniyek û Îsraîliyek jiyana xwe ji dest dabû.
26ê Çiriya Pêşîn a 2024an, Îsraîlê di bin navê “Operasyona Roja Tobeyê” de bi nêzîkî 100 balafirên şer êrişî baregehên leşkerî yên Îranê kir û 4 leşkerên Îranî hatibûn kuştin.
Tansiyona navbera Îsraîl û Îranê, piştî şerê Xezeyê yê ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kir, her diçe zêdetir dibe.
Her du alî jî bi rêya hêzên peyrew ên herêmê êrişan li hev dikin.