PolîtîkRojev

ENKS: Amadebûna nûnerê Emerîkî di konfiransê de cihê dilrehetiyê ye

Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS, Fêsel Yûsif got ku amadebûna nûnerê Emerîkî di Konfiransa Yekrêziyê de li Rojavayê Kurdistanê cihê dilrehetiyê ye.

Fêsel Yûsif di daxuyaniyekê de îro 27ê Nîsana 2025an ji Welat Tv re got, Nûnerê Emerîkî Skot Bolz duh di karên Konfiransa Yekrêzî û yelkhelwesta Kurdî de amade bû, û ev yek cihê dilrehetiyê ye.

Berdevkê Fermî yê ENKS got jî, Hêvîdar in ku Emerîka û Hevpeymaniya Navdewletî di piştgiriya xwe de ji bo çareserkirina doza Kurdî berdewam bin.

Back to top button