Dadgeha Hakeman a Navneteweyî ya Londonê biryar da ku şîrketa enerjiyê ya Tirkiyeyê Genel Energy 26.8 milyon dolar tezmînat bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Genel Energy daxûyakirin ku, bi biryara Dadgeha Navdewletî ya Hakemaniya Londonê, divê zêdetirî 26 milyon dolar wek qerebû bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber paşxistina karê wê di du kêlgehên petrolê de.
Genel Energy ku li Borsaya Londonê tomarkirî ye û navenda wê li Tirkiyê ye, roja 02.01.2024ê li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê serî li Dadgeha Hakemaniya Navdewletî ya Londonê dabû.
Li gorî daxuyaniya şîrketê, hat diyarkirin ku divê Genel Energy îro bi biryara dadgehê 26 milyon û 826 hezar û 905 dolar tazmînatê bide.
Li gor biryara dadgehê, hat diyarkirin ku ev biryar ji ber wê yekê hatiye standin ku şirket li gor peymana ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re girênedaye û di du kêlgehên petrolê de karê wê dereng maye.
Nakokiyên qanûnî dema ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya sala 2021ê de girêbestên bi Genel Energy re ji bo pêşxistina bîrên petrolê yên Mîran û Bîna Bawî betal kir, dest pê kir.
Hat ragihandin ku ev biryar ji ber ku şîrket şertên peymanê yên ku hatine diyarkirin pêk neaniye, hatiye girtin.
Piştî betalkirina girêbestan, Genel Energy li Dadgeha Hakemaniya Navdewletî ya Londonê doz li hikûmeta Herêma Kurdistanê vekir û daxwaza 1,75 milyar dolar tazmînatê kir.
Lê belê di 2’ê Çile de dadgehê dosya ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dawî kir û biryar da ku mafê Hewlêrê ye ku peymanan betal bike.
2 ji sedî faîza mehane ji bo dayina dereng
Di destpêkê de hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza qerebûkirina 36 milyon dolarî ji şîrketê kiribû. Lê belê heyeta dadgehê 26 milyon û 868 hezar û 905 dolar diyar kir.
Wekî din, ji bo her mehek ku pargîdanî dayîna dravê dereng dike dê ji sedî 2 faîza li deyn were zêdekirin.
Di demekê de ku kêlgeha petrolê ya Mîran li nêzîkî Taslûceyê di nav sînorên parêzgeha Silêmaniyê de ye, kêlgeha Bîna Bawî jî li derdora herêma Tak Tak a parêzgeha Hewlêrê ye.