Cîhan

Sudanî serdana Tirkiye dike û Erdogan jî ya Iraqê

Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu, daxûyakirin ku, “Di çend rojên bê de Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Tirkiyeyê dike û Erdogan jî serdana Îraqê dike.”

Uraloglu dibêje: “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di nava du mehên bê de serdana Îraqê dike û danûstandinan li ser çend pirsan dikin, ya herî diyar jî pirojeya Rêya Pêşxistinê ye ku gehiştiye qonaxeke pêşkeftî. Qonaxeke berçav ji pirojeya Rêya Pêşxistinê bi cih hatiye, ku bi rêya hêla hesin û rêya lezatiya 1200 kîlometrî Tirkiyeyê bi Benderê Fawê li Kendavê Erebî re girê dide.”

Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê ragihand ku; “Ihtîmala aktîvkirina kertê taybet li ser aliyê darayî yê Rêya Pêşxistinê heye, herwesa piştevaniya darayî dê ji Qeter û Îmaratê û dezgehên darayî yên navdewletî be. Mihemed Şiya Sûdanî di çend rojên bê de serdana welatê me dike, tevî ku jivanê wê serdanê yekalî nebûye, lê Serokkomarê me Recep Tayyip Erdogan niyet heye ku di dema du mehên bê de serdana Îraqê bike. Em pêşbînî jî dikin, ew biryarên ku di vê serdanê de tên dan girêdayî lihevkirinên pêştir bin.”

Back to top button