Serokomar bangî min kir, ez dixwazim beşdarîpêvajoyê bibim.
Wezîrê Dewletê yê berê Mehmet Salim Ensariogluyê ku ji İYİ Partiyê îstifa kir û beşdarî AKPê bû, diyar kir ku ji Serokomar Erdogan vexwendname wergirtiye. Ensarîoglû diyar kir ku ew dixwazin hevkariya pêvajoya ku piştî banga Bahçelî dest pê kiriye bike.
Mehmet Salim Ensariogluyê ku di 8. Kongreya Mezin a Asayî ya AKPê de ji İYİ Partiyê îstifa kir, ket nav AKPê. Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan nîşana Ensarîoglû pêvekir.
Ensarî oglu di axavtineka xwe de dibêje: “Ji ber ku ez di wê baweriyê de me ku aştî dê xwîna ku li Tirkiye tê rijandin rawestîne û ez ji bo vê jî tevlî AK PArtiyî bûm. Serokkomar ez vexwendim, ez çûm û nêrînên xwe pê re parve kir, me bi Serokomarê Tirkiyê re behsa aştiyê û geşedanên dawî yên li Sûriyê û Rojhilata Navîn kir.”