Polîtîk

Îdia: Serokê CHP û AK Partiyê di derbarê Îmamoglu de ihevkirine..!

Li ser girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji ber sûcên gendeliyê, li Tirkiye piralî tê minaqeşekirin. Îmamoglu  hem ji bo tawana gendeliyê û hem jî ji bo pêwendiya “ Rêxistina Terorê“ dihata darizandin. Lê ew ji pêwendiya bi “Rêxistina Terorê“ hat azad kirin, lê ji tawana gendekliyê hate girtin û rêkirin girtigehê.

Di vê derbarê de medya Tirkî de spekalasyonek heye ku, hinek dibêjin, ji bo Îmamoglu ji tawana “teröre“ werê azad kirin navbera serokê CHPÊ Ozel û hinek ji berprisên AK PArtiyê de hevdîtin hatine kirin û bazariyek pêkhatiye.

Rojnemeya Aydinlik a tirkî di vê derbarê de di nûçeyek ragihan û dibêje:

Rojnemevan Mehmet Çek ku derdorên siyasî ji nêz ve dişopîne biryara dadgehê ya berdana wî ji ber alîkariya “teröre“ weke “skandaleke hiqûqî” bi nav kir. Wî amaje bi wê yekê kir ku di navbera komeke Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel de lihevkirinek heye.

Ji ber ku Îmamoglû di girtîgehê de hem ji ber sûcan hem jî bi sûcdariya alîkariya terorê tê sûcdarkirin, hema bêje teqez dê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bê kirin. Lê dadgehê ji ber dosyaya gendeliyê Îmamoglu girt. Tevî gûmanên tund ên derbarê dosyaya alîkariya terorê de, biryar hat dayîn ku bêyî ku were binçavkirin were dadgehkirin, ji ber ku ji ber dozeke din hatiye girtin û girtina wî tedbîrek e..

Rojnemevan Mehmet Çek li ser biryara dadgehê ya ji bo berdana Îmamoglû tevî gumanên tund jî nirxandineke balkêş kir. Çek îdia kir ku bi kevirekî 10 çivîk hatine kuştin û got ku dadgehê bi biryareke balkêş tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê asteng kir.

“Çi qewimî?” Çek got, “Heke serokê dadgehê Ozgur Ozel û dadger jî Kemal Kiliçdaroglu û Mansur Yavaş bûna dê ev biryar bihata dayîn.. Çek îşev li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev nirxandin kir:

Mehmet Çek lihevkirina di navbera AK Partiyê û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de wiha nirxand.

“Bi kevirekî zêdetirî deh çûk kuştin: Îmamoglû ji holê rakirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku ji bo CHP’ê weke keleha herî girîng û çavkaniya debarê tê dîtin, hiştin. Bi vê dozê bingehê xwe xurt kirin. Ozgur Ozel kirin serok.?”

Back to top button