Pirosesa pêkanina hukumetê nêzik bûye, em bi vê keyfxweşin
Qubad Talebanî keyfxweşiya xwe li ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar dike û dibêje, “Reşnivîsa nerîna hevpar ji bo desthilatdariyê û piroseya pêkanîna hikûmetê bileztir bûye.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, li ser tora civakî daxûyakirin ku; “Em geşbîn in ku li demeke nêzîk lihevkirina dawiyê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de ji bo pêkanîna kabîneya nû îmze bikin.”
Qubad Talebanî dibêje: “Reşnivîsa nerîna hevpar ji bo desthilatdariyê û piroseya pêkanîna hikûmetê bileztir bûye. Piştî lihevkirina PDK û YNKê li ser reşnivîsa nerîna hevpar ji bo desthilatdariyê, piroseya pêkanîna hikûmetê bileztir bûye.”
Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê û Endamê Şanda Danûstandinan a PDKê Piştîwan Sadiq jî duhî li ser rûpela xwe ya taybet li tora civakî de nivîsîbû, “Her du şandên bilind ên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê îro 18ê Adara 2025ê li bingeha Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li Hewlêrê civîneke erênî kir.”
Piştîwan Sadiq herwesa amaje dabû, “Em gehiştin reşnivîsa dawiyê ya nerîna hevpar ji bo qonaxa bê, ku ji bo pêkanîna hikûmetê û dezgehên din û baştir xizmetkirina welatiyan dibe alavek.”
Dawî civîna PDK û YNKê li roja Çarşema 26ê Şibata 2025ê bû, ku berdewamkirina civîna pêştir bû û li bajarê Silêmaniyê hatibû kirin. Di wê civînê de, reşnivîseke 15 rûpelî hatibû amadekirin ku ji bo karê hevpar û pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bingeh be.