Civak
Li Silêmaniyê 6 kes ji malbatekî hatin kuştin

Li gundê Girêjeyê yê bajarokê Seyidsadiqê yê Silêmaniyê 6 kes li mala xwe hatin kuştin.
Her 6 jî bi guleyan hatine kuştin û Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar diyar kir ku “Bi kalaşînkofê hatine kuştin”.
Bûyerê şeva borî di navbera saet 23:30 û 00:00ê şevê de rû da.
Hîn bi zelalî nayê zanîn bê ma kujer kî ye lê qala wê tê kirin ku yek ji endamên malbatê kujer e.
Yên ku hatine kuştin dê û bav, du bira û du xwişk in.
Termên wan piştî kar û barên li Tiba Dadî ya Silêmaniyê li gundê wan hatin veşartin.