Cîhan
Îraq: Hefteya bê dê hinartina petrola Kurdistanê ji nû ve dest pê bike

Serokê Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî ragihand ku hefteya bê hinartina petrolê dê ji nû ve dest pê bike.
Heybet Helbûsî, di daxuyaniyekê de bo çapemeniyê ragihand, hefteya bê dê hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.
Heybet Helbûsî amaje bi civîna îro ya berpirsên Wezareta Petrolê, Şirketa Bazirganiya Petrola Iraqê (SOMO) û Şîrketa Petrola Bakur kir û diyar kir ku di civînê de guhertina yasaya bûdceyê û destpêkirina hinartina petrolê hatiye gotûbêjkirin.
Rayedarê iraqî bal kişande ser hûrgiliyên civîna sêalî û diyar kir ku hefteya bê hinartina petrolê dê ji nû ve dest pê bike.