NB: Polîs remza serweriya qanûnê ye
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê duhî roja yekşemiyê 15.09.2013ê, beşdarî di merasima şahiya derçûyên koleja polîsan kir.
Di merasima şahiya derçûyên xwendekarên kolêja polîsan de ku, hijmarek wezîrên hikûmeta Kurdistanê û kesûkarên xwendekaran amade bûn, serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de pîrozbahî li polîsan kir û kêfxweşiya xwe nîşan de ku, keçên herêma Kurdistanê di nav rêzên polîsan de xizmet dikin:
– Beşdarîkirina keçên miletê me mil bi milê kuran di saziyên polîsan de, pêngaveke gelek giring e û yek ji pêdawîstiyên pêşkeftinên saziyên polîs û saziyên emnî yên Kurdistanê ye.
Serokwezîrê Kurdistanê polîs bi remza serweriya yasa û hukmê yasa pênase kir û got ku, li welatekî diktatorî û eskertarî wek Îraqê, polîs kiribû cîyê pêkenînê, ne rêzgirtinê, polîs kiribû saziya parastina hukim, ne hukimê qanûnê. Lê belê îro li herêma Kurdistanê ev dîtin hatiye guhertin û li herêma Kurdistanê polîs roj bo rojê zêdetir cîyê xwe yê rasteqîne werdigire, roj bo rojê ji aliyê xelkî ve xweştivîtir dibe.
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di peyva xwe de behsa pêşxistina karê polîs li herêma Kurdistanê kir:
– Hikûmeta herêma Kurdistanê, nuha kar li ser pêşxistina karê polîs li gor îdyoma ”polîsê civakî” dike û pênaseya wê jî, bi sadeyî, ango hevkariya xelk digel polîs û kêmkirina tirsa civakê ji bûyerên binbêkirin û tawanan. Bi vê rê jî rêzgirtin bo polîs ji aliyê xelk ve û rêzgirtin li hemû endamên civakê ji aliyê polîs ve dirust dibe. Herwesa peyrewkina wê, saziyên civaka medenî jî teşwîq dike ku, di warê parastina amin û aramiyê de hevkariya saziyên hikûmetê bikin.
– Polîs civakî dibe sedemê hidê têkeliyên xurt di navbera civak û polîsan de çê bibin û wezîfeya her endamekê civakê di beşdarîkirina parastina aramiya welêt de zêdetir dike. Ez dawazê ji kolêjên polîsan li herêma Kurdistanê dikim ku, qîmeteke zêde bi wê îdyomayê bidin û wezareta navxwe jî hizir di awayê çîbicîkirina wê de bike.
Serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser aramiya Kurdistanê kir û got ku, aramîya Kurdistanê şertê sereke yê zêdebûna derfetên karî û hatine sermayedar û tûrîstane bo herêma Kurdistanê. Bi başî karkirina pêşmerge, asayîş, polîs û saziyên emnî yên Kurdistanê wisa kiriye ku, ev emin û aramî li Kurdistanê hebe. Divê hemû aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê qedir û qîmeta vê aramiyê bizanin û biparêzin.
Di berdewamiya peyva xwe de, serokwezîrê kurdistanê behsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kir û got ku, piştî çend rojên din hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dest pê dikin û ji bo parastina aramiyê pêwîstî bi saziyên navxwe heye. Barzanî daxwaz ji polîs û saziyên emnî kir ku, bi hesteke netewî pirosesa hilbijartinan biparêz in û parastina demokrasî, aramî û paqijiya pirosesa siyasî şertekî giring yê parastina pêşkeftina welatê me ye.
Barzanî got ku, di warê parastina jinan li hemer binpêkirina mafên wan û şideta li dijî wan tê kirin de polîs rola xwe bi başî lîstî ye, lê hikûmet dixwaze di vî warî de polîs hêjî pêtir çalak be. Serokê hikûmetê daxwaz ji hevwelatiyan û rêxistinên medenî kir ku, di vî warî de zêdetir hevkariya polîs bikin û saziyên herêma Kurdistanê bi awayekî giştî ji bo hişiyarkirina pirsa şideta li dijî jinan kar bikin û saziyên ragehandinê jî rola xwe bilîz in.