Tugluk û nameyek bê nirx
Aysel Tugluk hevseroka Kongreya Civata Demokratîk parlementer , nameyek ji nivîskar û rojnemevan Taha Akyol re bi zimanê Tirkî rêkiriye. Tugluk di nama xwe de behsa gelek tiştan dike. Lê di cihek yê nama xwe de behsa beşek tevgera Kurd dike û bi awayekî wan tehdît dike.
Tugluk di nama xwe de dibêje:
“ Heta dawiya salê di derbarê demokrasiya di siyaseta kurd de,armancên rojane,awayê xebatê gotar û heta kesên siyasetê dikin û bandorê li siyasetê dikin de guhertinên mezin dikarin pêkwerin. Em hêviya vê yekêne.
Dê Ocalan di derbarê xebata legal û vekirî de pêşniyarên girîng bike.Derbasbûna Partiya Gelan a Demokrasiyê(PGD) beşek ji vê bernamêye. Li himber nêzingbûna Ocalan ya hêzên demokrasiyê, çep û kesên azadixwazên Tirk, bûye sedem ku Kurdên qewmî(Kurdên netewî) û hinek tebeqeyên siyasî dest şerekî kirine.Lê siyaset û stratejiya Ocalan li van tiştên biçûk nasekine û jê derbas dibe.“
Tugluk hêzên Kurd yên siyaseta Ocalan û PKKê eşkere dikin,hêzên Kurd û Kurdistanî tehdît dike û herweha bi rêya Taha Akyol giliya wan li ba dewletê dike.
Têbinî: Gotinên Tugluk bi zimanê Tirkiye. Lê wergera wan ji bo Kurdî gelekî ne hesaniye. Ji ber ku lîteratura Tugluk tu zimani de tuneye. Têgahandina Tirkiya wê jî zehmete.