67 saliya PDK pîrozbe
Silav û Rêz
Em Salvegera Damezrana Partîya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî û hemû gelê Kurd, Malbatên şehîdan » Pêşmergeyên Qaraman Pîroz dikin.
Wek ku tê zanîn Partîya Demokrata Kurdistanê ji destpêka damezirandine xwe û heta vê gavê kedeke gelik mezin da û didê.
Ji bona bidestxistina mafê gelê kurd bi hezaran peşmergeyên qahreman canê xwe feda kirin ketin nav refên Şehîdên Kurdistanê.
Îro li Başûrê Kurdistanê bi alîkarîya Partîya Demokrata Kurdistanê hêdî gelê kurd roj bi roj ber bi azadî û serfirazîya xwe va diê.
Em pê kêfxweşin ku îro kurd di welatê xwe da azadin û desthilatdarin Birêz Mesûd Berzanî jî serokê Kurdistana Federe ye.
Hêvî û daxwazên me ji Partîya Demokrata Kurdistanê ewe, ku bêtir piştgirîya birayên xwe ên beşên din bike.
Bijî kurd û Kurdistan
16.08.2013
Tevgera Şoregerên Ararat