Polîtîk

Mihricana Evdalê Zeynikê

Yekemîn Mihrîcana Evdalê Zeynikê ya yekemîn, li bajarê Agiriyê dest pê kir.  Ev mihrîcana Navnetewî ya Çand û Hunerê bi beşdariya gelek rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û mêvanên ji welatên cuda sê roj didomîne.

Roja 17/ 08/ 2013, hevnasîna mêvanan û civînên cuda û guftûgokirin.

Roja 18/ 08/ 2013, panela dengbêjan, saet 14.00 dest pê kir. Divê panelê de gelek dengbêjên navdar ên Serhedê beşdar bûne û bi serokatiya nivîskar Ehmed Aras panel hate domandin. Her dengbêjek du perçe ji stranên Evdalê Zeynikê gotin û bi coşeke mezin domand.

Herweha ev dengbêjên hanê jî beşdarî mihrîcanê bûne: Hecî Celal Erdîşî, Mihemedê Milazgirê, Qudbedînê Soylemezê, Zekîyê Qapaxliyê, Seîdê Soylemezê, Yaqubê Tekmanê, Resulê Bismilî, Weysîyê Bazîdê, Şerefê Erdişê, Hikmetê Xelatê, Gazêya Tetwanê, Muqedera Tetwanê, Şakir kope, Havinê, Mirazê Patnosê û Ihsanê Muşê.

Panela diduyan a rewşenbîran, saet 15.30 dest pê kir. Panel bi serokatiya Slêman Çevik hate domandin, her nivîskarek li ser babeteke cuda axaftin li ser Evdalê Zeynikê kirin. Ji Swêdê Xaluk Ozturk û Zeynelabidin Zinar. Ji nava welêt: Prof. Qedrî Yildirim, Xalid Sadînî, kevneparleman Henefî Alir û Dr. Emer Uluçay.

Konsera Evdalê Zeynikê: Saet 19.30 li qada bajarê Agiriyê dest pê kir û gelek stranên cuda hatin gotin, xelkê Agiriyê jî bi coşeke mezin temaşe kir.

Hêjayê gotinê ye ku di vê konserê de pirtûkên kurdî belaş li xelkê Agiriyê hatin belavkirin.

Waliyê Agiriyê, midûrê çandê, parlemanên Agiriyê û çend kesên xuyanî weke Burhan Kartal, Mihyedin Sîpkî, Mistefa Aslan û gelekên din beşdar bûne.

Behram Badik/Agirî

 

    

Back to top button