Civak

Diyarbekir û Kurdistan

Li Bakurê Kurdistanê heta demekî rengên Kurdeyatî qedexebûn. Gotina Kurdistan gelekî nedihata bihîstin. Lê wek gelek bûyeran heyîna Başûrê Kurdistanê roj bi roj bandore xwe li Bakur kir.

Niha di serî de li Diyarbekir û gelek bajarên din yên Kurdistana Bakur, T-Shortên ku nave Kurdistanê li ser nivîsandin û alayên Kurdistanê heyin têne firotin. Yanî hêdî li kolanên Diyarbekirê mirov gencên ku T-Shortên bi nav û ala Kurdistanê xemilandî dibîne.

Bê guman ev yek hestek netewî xelkêre peyda dike. Çavên xelkê fêrî gotina Kurdistanê û ala Kurdistanê dibe.

Ji berî niha ev T-Short tênê ji Başûrê Kurdistanê dihatin Bakur. Lê niha li deverên wek Entabê di fabrîkan de tê çêkirin û dertêxin bazarê.

Ji aliyek din li Diyarbekirê Komeleyek bi navê Kurdistanê tê vekirin. Komela Ciwanên Kurdistanê tabuyek gelek mezin li Tirkiye şkênand û nave Kurdistanê bi awayek fermî bi karanî. Heta niha hinek dezgeh û komele bi navl Kurd vebûne. Lê KURDISTAN cara yekem ji aliyê ciwanan vet ê karanîn.

NavêKurdistanê û ala Kurdistanê li Diyarbekir tê. Pîroz be.

Back to top button