CîhanRojev

Serokê CHP: Dewlet ji bo çareserkirina pirsgêrêka heye

Serokê CHPyê Ozgur Ozel, di mitînga partiya xwe de axavtinek kir û behsa pirsa Kurd jî kir.

Serokê CHPê da zanîn ku divê pirsgirêka Kurd di bin banê parlamentoyê de bi lihevkirina civakî bê çareserkirin.

Her wiha Ozel bangî Erdogan kir ku ew rasterast li ser pêvajoya nû biaxive.

Di mitîngê de beşekî alîgirên CHPê piştgirî da çareseriya pirsa Kurd lê beşekî ji wan jî îdia kir ku li Tirkiyeyê pirsa Kurd nîne.

Her wiha beşekî ji wan jî got ku Erdogan û Bahçelî ji bo destûra nû pêvajoyeke wiha daye destpêkirin.

Ozgur Ozel got:

“Li vî welatî heta Kurd bibêjin ‘pirsgirêk heye’ pirsgirêkên Kurdan hene. Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye.

Divê polîtîkayên qeyûmê bi dawî were û rêya siyaseta demokratîk vebe.

Heta niha berdevkê vê pêvajoyê Bahçelî bû, hîn jî Erdogan wêrekî nekiriye û neaxiviye. Lazim e Erdogan derkeve û daxuyaniyê bide vî gelî.”

Mitînga CHPê ya “Mafê Jiyanê Li Dijî Teror û Tundiyê” di bin tedbîrên berfireh ên ewlehiyê de hat lidarxistin û bi hezaran endam û alîgirên CHPyê bi alaya Tirkiyeyê, afîş û pankartan beşdar bûn.

Back to top button