Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan di derbarê gotubêjên li ser kaşo pêvajoyekî têne kirin axivî û dibêje:, “Li gorî min divê ev nîqaş li cihekî pêş bikevin. Mirov li Tirkiyê meraq dike ka dê ev pêvajo biqewime yan na. “Li gorî min divê niha Serokatî biaxive, partiya desthilatdar yek ji navendên herî girîng di çareseriya vê pirsê de ye.
Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan di kongreya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Enqereyê de pirsên têkildarî rojevê bersivandin.
Bakirhan li ser pirsa “Bêdengiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a di pêvajoyê de” wiha bersivand:
“Ez difikirim ku ev nîqaş divê li cîhek pêşve bibin. Mirov li Tirkiyê meraq dike ka dê ev pêvajo biqewime yan na. Bi baweriya min divê niha Serokatî biaxive, partiya desthilatdar yek ji navendên herî girîng di çareseriya vê pirsê de ye. Hêvîdar im di demek nêzîk de li ser vê pirsê tiştekî bibêjin, lê ya herî girîng jî erk û berpirsyariyeke mezine li ser milê me hemûyan ku bi rê û rêbazên demokratîk pirsgirêka Kurd bi diyalog û danûstandinê çareser bikin. Ji ber ku ev pirsgirêk nayê çareserkirin, di warê aborî û siyasetê de xerabûnek cidî heye. “Ez hêvî dikim ku Serokê AKP’ê jî ji bilî rêbazên ku heta niha hatine bikaranîn, li ser esasê çareseriya li ser rê û rêbazên demokratîk helwesteke erênî derxe holê.”