Cîhan
Êrîşa bi balefirên bê mirov li ser bingeheke leşkerî ya Amerîkî li ser sînorê Sûriyê
Bingehek leşkerî ya Amerîkayê ya li Tanafê ya li ser sînorê Sûriyeyê rastî êrîşa balafirên bê mirov hat.
Ev bingeh di navbera Sûriye, Iraq û Urdunê de ye. Li gorî çapemeniya herêmî ya Sûriyeyê, piştî êrîşê dengê teqînan di nava baregehê de hatin bihîstin.
Medyaya herêmî ragihand ku hêzên Amerîkî dronek li baregehê xistine xwarê.
Nayê zanîn ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene yan na, lê hêzên koalîsyonê yên li Urdun û Sûriyeyê ketine rewşa hişyariyê û bi balafiran çavdêriya baregehên xwe dikin.