Bila deng ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê bin..
Li başûrê Kurdistanê meha pêşîya me hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê çêdibin. Gelek partî beşdarî di hilbijartinan de dikin. Bêvê nevê hevrikiyek derdikeve holê. Her partî li gora bernameya xwe û herweha li gora projeyên pêşerojê propagandeya xwe dike.
Di van hilbijartinan de xalek gelek zîz heye; Gelo dê kurd terciha rêya parastina mafên xwe yên netewî û pêkvejiyanê bikin , yan dê xwe cardin bikin dîlê Bexdayê. Gelo dê kurd terciha rêya serxebûna Kurdistanê bikin, yan dê hewlbidin xwe bêxin bin çengê Bexdayê û statûya Herêma Kurdistanê ji destbidin..
Ji bo rêya serxwebûna Kurdistanê, ji bo parastina mafên destxistiyên Kurdistanê, ji bo pêkvejiyanek bi rûmet, ji bo parastina xaka Kurdistanê û herweha ji hemûyê girîngtir ji bo Referanduma Serxwebûna Kurdistanê bigihe armanca xwe ya bingehîn deng bidin..