Divê hin adetên kurdan rabin!!!
Ez ne bawerim ji bilî Kurdan û civatên paşde mayî û hin welatên asyayê pêve ev adet li dereke din hebe.
Bûbê Eser
Em weke kurd pir li ser tiştan difikirin û dibêjin. Piraniya jiyana me jî weke adetên berê ku wê demê be, em difikirin. Ya din jî bi piranî jiyana me bûye siyasî. Ango me hertiştên xwe tenê bi siyasetê ve girêdane ku ev jî li bejna kurdewariyê nayê. Bi vê jî em gelek tişt û hêjayiyên xwe wenda dikin, bê ku em bizanibin.
Ya girîng û pêwîst ev e ku divê em her tiştekî xwe li gor şert û mercên ku em têde dijîn, bînin cih. Ji ber ku li cîhanê û kurdistanê gelek guherandin bûne û hê jî dibe. Loma divê em jî xwe biguherin. Heger me xwest em tiştekî bikin, divê li gor pîvanên ku hina em tê dene bikin. Ji ber vê dibêjim:
Dawetên bi pera divê êdî nebin. Li ewropa mirov nema dikare here dawetekê. Ji bona tu here herî kêm divê tu 200 ewro bide. Li gor min êdî ev ne adeteke kurdî ye, bûye ticaretek ku him mesrefê xwe derdixe û him jî ji xwediyê dawetê re hin pere dimîne. Yanî êdî mesrefên dawetan ji kîsê xelkê ye. Lê berê ne weha bû.
Divê xwarina li taziyan rabe. Ji ber ku mala miriyên wan hebe, divê xwarinê bidin. Ji ber xwarinê didin, dikevin tengasiyekê. Loma ji ber xwarina dide mêvanan, di warê aborî de êdî xwediyê malê jî dimre.
Ha yên halxweş dikarin vê bikin û pê naêşin jî. Heta hin paye jî jê digirin. Ji ber ku di civatên nezan û paşdemayî de kî pir xwarinê bide, di sohbetan de pir behsa wan tê kirin. Yanî ev jî dibe sedem ku hin ji bona propagandayê malikê li xwe xerab dikin.
Baş tê bîra min. Di dema me de ku ez bi xwe li gundan jiya me. Kî biçûna taziyan. Destvala ne diçûn.Kîsek şeker, yek pirinc û savar, tenekak an du teneke rûn. Pezek û gelek tiştên din, bi xwere dibirin ku xwediyê malê di warê aboride zehmetiyê nebîne. Heta gelek caran xwarina ji bona taziyan diçûn, xwediyê malê heta mehekê pê debara xwe dikir.
Ev jî ji ber ku di demên berê de, hinên halê wan nexweş û perên wan tune bûn. Ji bona alîkariyê ev adet di nava kurdan de hatibû bi cih kirin. Li gor dema xwe ev adetek baş bû ku gundî bi alîkariya hev radibûn.
Lê niha ev ji adetê derketiye û bûye moda ku kî çiqas xwarinê dide mêvanên tê taziyê! Lê piştî taziyê jî êdî xwediyê malê di warî aborî de dimre. Ha ji bona mêvanên ji dûr tên helbet wê çareseriyek hebe. Ev jî normal e. Lê ne rojê çend caran danîna xwarinê…
Dîsa bi qasî ku ez dizanim. Dawetên berê li gor rewşa aboriya malbatê pêk dihat. Ji bilî ap û braziyan, xal û xwarziyan metik û xaltîkan kesan pere ne didan. Ji ber ku şahiya malê ye û divê ew bi xwe mesrefên xwe bidin. Tu keç an kurê xwe dizewicîne û dixwazî şahiya wan li gel nas û dostan li dar bixwe, divê tu mesref bide. Berê weha bû. Lê niha ev bûye tîcaret.
Li gor min dawetên niha bûne cihê tîcaretê. Him keç û lawê xwe dizewicînin, him jî ji bilî mesrefê dawetê pereyek baş ji bûk û zavê re dimîne.
Loma mirov nema dikare here dawetan. Heger mirov biçe jî herê kêm divê mirov bi sed ewroyê bide. Heger tu mehê here du sê dawetan aha perên xwarina te ya mehekê namîne. Heger tu vê neke henek û yariyên xwe bi te dikin. Heger tu bide jî çend mehekê tu di warê aborî de, di malê de kêmaniyê dikşîne. Ji ber vê êdî çûyina dawetan ji bona yên halê wan nexweş bû ye agirek ku pê dişewite.
Ji ber vê ez dibêjim van herdu adetan ji adetbûnê derketine. Êdî ne adetên kurdan e. Li gor min malwêranî û qezenckirina peran e. Ez ne bawerim ji bilî Kurdan û civatên paşde mayî û hin welatên asyayê pêve ev adet li dereke din hebe. Êdî em ê herin taziyan da ku têr xwarinên xweş bixwîn. Herin dawetan perên xwe bidin û aboriya xwe xerab bikin.
Divê vana herdu jî rabin. Pêwîste hin pêşkêşiya vê bikin. Zewac ne ji bona qezenca peran e. Şahiya du ciwanan e. Divê êdî tazî jî nebe malwêraniya malbata kesên wan dimrin. Li alîkî êşa mirî li aliyê din, qerzdarê mesrefa mirî.
Ev adet jî êdî ne adetên çanda kurdî ne. Reng guherîne û ketiye haletekî din ku ji adetên kurdewarî dûr in. Ez vê weha difikirim. Lê dîsa civat biryarê dide.