Pêşmergeyekî qehreman 170 lîtir xwîn bexşiye
Barzan Seîd Gewher ji bilî çendîn sal Pêşmergayetî û berxwedana li zîndanê, kariye heta 341 bitil xwîn pêşkêşî xelkê bike ku cara dawî jî li heftiya derbasbûyî dîsa bitlekî xwîn li Hewlêrê bexşî.
Barzan li daxuyaniyek de balkişand li ser wê yekê ku li sala 1981 de dema wekî zîndaniyê siyasî li Ebu Xerîb bi zorê li dema cengê Iraq û Îranê de xwîn ji me standin, piştî azadbûna min a ji zîndanê min hest kir ku şiyana mina xwîn bexşînê heye, ji bo wê yekê li çarçêweya mirovayetiyê de berdewam bûm li xwîn bexşînê, ji ber ku baweriya min wiha ye mirov dikarê rolekî mirovane ji bo tundkirina pêwendiya li navbera mirovan de bibîne.
Barzan Seîd ji bilî wê xwîna xwe bexşiye çendîn car li rûbirûbûna li gel dagîrkerên Kurdistanê de birîndar bûye û xwîn rijandiye axa Kurdistanê jî, heman demî de kêmendamê sengere jî.
Hêjayî gotinêye ku 1 bitil(unite) xwîn nîv litire û kak Barzan heta niha 170 ltr û nîv xwîn bexşiye.