Polîtîk

Davutoglu Salih Muslim vexwendiye Tirkiyê’

Derket hole ku hevserokê PYDê Salih Muslim bi fermî ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu ve hatiye vexwendin. Hat zanîn Muslim û Davûtoglu dê li ser rewşa dawî li rojavayê Kurdistanê hevdîtin bikin.

Medyaya Tirkiyê duh (25.07.2013) ragihandin ku hevserokê partiya yekitiya demokratîk (PYD) Salih Muslim, ji Hewlêrê çûye Stenbolê û ev serdan jî wek serdanek veşartî hatibû nirxandin.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, jêderên nêzîkî PYDê ev nûçe piştrast kirine û dane zanîn ku Salih Muslim ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu ve hatiye vexwendin.

Hat gotin ku Muslim û Davûtoglu dê li ser rewşa dawî ya rojavayê Kurdistanê û vekirina deriyeke sînorî di navbera Tirkiye û rojavayê Kurdistanê de hevdîtin pêk bînin.

Serdana Muslim bo Tirkiyê dê 2 rojan bidome.

Ev serdana hevserokê PYDê Salih Muslim di demekî de pêk tê ku rayedarên Enqerê ji piştî şerê di navbera hêzên kurdî û çekdarên îslamî yên radîkal de ku çend roj in li deverên sînorî yên navbera Tirkiye û rojavayê Kurdistanê de didome, çend caran gef li PYDê xwarine ku ew qebûl nakin ku li wê derê hikûmet yan rewşeke de fakto bê avakirin.

 

 

Tê zanîn, di encama şerê deverên Serêkaniyê û Girê Spî yên rojavayê Kurdistanê de, hêzên YPGê yên girêdayî PYDê karîn komên çekdarên îslamî yên radîkal ji wan deveran derxin. PYDê her wiha çend roj berê ragihand ku dixwaze li deverên kurdî yên rojavayê Kurdistanê rêveberiyek demkî ava bike û piştî hilbijartinan wê rêveberiyê radestî aliyê serkeftî bike.

 

Ji aliyekî din, hêz û partiyên kurdî yên rojavayê Kurdistanê Tirkiyê bi piştgiriya çekdarên îslamî yên radîkal tohmetar dikin lê wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu ev yek red kir û diyar kir ku ew ‎grûbên Îslamî yên radîkal xiyanetê bi şoreşa Sûriyê re ‎dikin û zerera herî mezin didin şoreşê.

 

Davûtoglu her wiha da zanîn ku heta niha 2 caran bi rayedarên PYDê re hevdîtin pêk aniye û ji PYDê xwest tevlî opozîsyona Sûriyê bibe.

 

Wezîrê derve yê Tirkiyê gefên xwe li dijî avakirina rêveberiyek kurdî li rojavayê Kurdistanê dubare kir û ragihand, ewlekariya ‎sînorê Tirkiyê gelek hestiyare ji ber wê jî kîjan hêz wê têk bide dê li dijî wan derkevin.

Back to top button