47 karker li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane
Li gor amara rêxistina Karkerên Bînasaziya Kurdistanê li destpêka îsal ve û heta niha 47 karker jiyana xwe ji dest dane û hejmarek ji wan jî kêmendam û birîndar bûne.
Mistefa Mihemed Sekreterê Rêxistina Karkerên Bînasaziya Kurdistanê dide zanîn ku sedema yekemê wan mirinan zêdetir karker û kêmterxemiya kompanyeyane û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dike, ew karkerên jiyana xwe ji dest didin bi “Şehîdên Avadankirina Kurdistanê” bêne nav kirin.
Her wiha Mihemed got: Daxwaz ji Hikûmetê dikîn wan şehîdên bînasazî bi şehîdên avadankirina Kurdistanê nav bike, ji ber ku ew xizmetê bi avadankirin û zêdetir geşkirina Herêma Kurdistanê dikin. Ji bilî li şehîdan çendîn karker heye ku ji ber karên xwe ve kêmendam bûne û beşekî laşê xwe ji dest dane û niha nikarin karbikin daxwaz dikîn xizmeta wan jî ji aliyê Hikûmetê ve bê kirin.