Cîhan

Berhemê nefta kêlgehekî Tawkê dibe sê qat

Kompanya DNO ragihand ku berhema yek ji bîrê neftiyên kêlgeha(Rafineri) Tawkê ji 8 hezar bermîl neft ve gihîştiye 25 hezar bermîlan.

Berpirsê Kompanya DNO Bîjen Rehmanî xweşhaliya xwe li vî derbarî de derdibrê û dibêje: Îsal de herî kêm bîrekî dinê neftê li Herêma Kurdistanê da dikolin û peyda dikin.

Kompanya Norwecî ya DNO li sala 2004 an ve peymana berhemanîna hevbeşî ya neftê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmza kiriye û berî dû salan jî neftê li kêlgeha Tawkê peydakir. Nefta Tawkê li sala 2009 bi riyên Kerkûkê ku neft ji bo Tirkiyê vediguhest, şandina nefta vê kêlgehê li sala 2011 ve destpêkir, yekemcar kompanya navbihurî ragihand ku rojane 70 hezar bermîl neft ji wê kêlgehê berhem tînin. Lê belê niha bi niyazin vê birê li rojek de bigihînin 200 hezar bermîlan.

Back to top button