Serokê Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de daxwaz dike ku, ji bona bi dirustî zanîna rewşa saxlemiya serokomarê Îraqê komîteyek bê pêkanîn û serdana Almaniyayê bike.

Muqteda Sedîr serokê Tevgera Sedir li Îraqê, duhî daxuyaniyek nivîskî da çapemeniyê û di daxuyaniya xwe de daxwaz dike ku, komîteyek ji çend kesatî û pizîşkên Îraqê bê pêkanîn û serdana serokomarê Îraqê Celal Talebanî bikin û rastiya rewşa saxlemiya Talebanî ji hevwelaiyên îraqî re eşkere bikin.

Piştî derbasbûna 7 mehan li ser têkçûna rewşa saxlemiya Talebanî, serokê tevgera Sedir dixwaze ew komîteya diçe Belînê û li nexweşxaneyê serdana serokomarê Îraqê dike divê hemû rastiyan li ser rewşa tendieustiya Talebanî ji gelê Îraqê re eşkere bikin û ”em hemû bizanîn ka ti hêviyek ji bo vegeriyana Talebanî bo Îraqê heye yan na?”

 Sedir dibêje: ”Çênabe em xemsar bin li hember ew rewşa Talebanî tê de yek ne karekî exlaqî, civakî û ne karekî niştimanî ye.”

Weke tê zanî di roja 20 meha çileya pêşîn a sala 2012ê de li Bexdayê rewşa saxlemiya Talebanî têkçû û ew bi hewarkî gehandin nexweşxaneyekê li Berlînê û heta nuha ew li wê detê tê îlac kirin.

 

Beriya vê daxuyaniya Miqteda Sedir, gelek kesatiyên îraqî yên din jî daxwaz kiribûn ku, kesek li ciyê Talebanî bê danan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: