Polîtîk

Heşda Şeibî berê xwe da Germiyan…!

Hezeke mezin a Heşdî Şebî hatiye Parzûngeha Qemerê ya li bajarokê Gulecoyê yê li herêma Germiyanê ya Silêmaniyê. Berpirsên Heşda Şeibî dibêjin:” Em di encama hevdîtineke bi Bafil Talebanî re li vê derê ne. Em dê 3 rojan bimînin û herin. Pêşmerge birayên me ne. Em dê bi piştgiriya balafirên şer li hemberî DAIŞê operasyonekê bikin.”

Berpirsek bilind yê YNKê dibêje: Bêyî agahiya hêzên fermî yên herêmê derbasî sînorê parêzgeha Germiyanê bûne li herêmê bimînin. Me ji navendê xwestiye ku rasterast hêza xwe vekişîne ji ber ku ev binpêkirin nayê qebûlkirin.”

Dixweyê Heşda Şeibî, bi hemahengiyakî li gel YNKê yan jî hinek berpirsên YNKê berê xwe didin herêma Kurdistanê. Ev yek jî xeteriyekî mezin peyda dike. Di rastiya xwe de,hemahengiya navbera YNKê,Heşda Şeibî û PKKê de li herêmê heyî wek tehdidekî li ser serweriya herêma Kurdistanê ye.

Back to top button