Civak

100 hezar penaber vegeriyane malên xwe!

Pêngavên ji bo normalizekirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Surîye de têne avêtin, gelek benaberên ji Suriye li Tirkiye dimînin vedigerin welatê xwe.

Di heyama meha Hezîran-Tîrmehê de 100 hezar Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê vegeriyan welatê xwe. Di meha dawî de zêdetirî 100 malbat li Helebê bi cih bûne. Herweha gelek ji benaberan vedigerin malên xwe yên di bin kontrola rejimş de jî. Hat diyarkirin ku rojane bi giştî 300 heta 500 Sûriyeyî diçin herêmên rejîmê.

Piraniya kesên vedigerin Idlibê û herêmên di bin kontrola opozîsyonê de tercîh dikin. Kesên ku vegeriyan herêma rejîmê ji rbehsa rewşa xwe dikin.Penaberekî vegeriyayê bajarê Helebê dibêje: Şert û mercên Helebê ji salên borî baştir in, lê bajar birînên cidî ji şer ditiye û pirsgirêkên elektrikê û hinek pêwistiyan berdewam in.

Li gor nûçeya rojnameya Turkiye; Ehmed Sahelê ku piştî 8 salan li Dîlokê mayî vegeriya Helebê jî wiha got: “Ez bi hevjîn, 5 kur û neviyên xwe re vegeriyam malê. Li vir jî, me tenê vegera xwe ragihand û ji nû ve qeyd kir. “Tu lêpirsîn û muameleya xerab tune,” wî got. Velîd Gazî ku bi eslê xwe Tirkmen e, diyar kir ku li Heleba ku navenda hilberîna Rojhilata Navîn e, her çend kêm be jî vejînek heye û got, “Pirsgirêka herî mezin niha elektrik e. Lêbelê Çîn santralek mezin a elektrîkê ava dike. Di demek nêzîk de, dema rojane dê bibe heşt demjimêran. “Yên ku vedigerin, bi serî li saziyên fermî didin û dikan, xanî û erd dikirin.”

Back to top button