Civîna Enqere û Şamê dê li Bexdayê be !
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di daxuyaniya xwe de ragihand, ku rêkeftina destpêkê ligel Tirkiyê û Sûriyê hatiye kirin ku li Bexdayê di navbera rayedarên her du welatan de civînekê li dar bexin.
Wezîrê Derve Husên diyar kir ku biryara navbeynkariyê di danûstandinan de ya Iraqê ye û Iraq di siyaseta xwe ya navxweyî û derve de destûr ji aliyên din wernegirtiye û tekez kir ku wan di gavên ku avêtine de bi dost û hevalbendên xwe re şêwirîn, bi taybetî yên girêdayî bi ewlekarî û aramiya herêmê.
Husên her wiha di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew roja Çarşemê li Washingtonê bi hevtayê xwe yê Tirk Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anîne û li ser wê yekê gotûbêj kirine ku serkeftina di navbeynkariyê de dê bandoreke erênî li ser Iraqê bike û got: “Eger her du alî bigihin encamên girîng û pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û danûstandinan çareser bikin.
Huseyîn bal kişand ser wê yekê ku Rûsya jî di hevdîtinên navbeynkariyê de cih girtiye û diyar kir ku di hevdîtinên bi Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye û Sûriyeyê re lihevkirin çêbûye ku hevdîtin li Bexdayê bê lidarxistin. Wî got ku roja hevdîtinê dê piştre bê diyarkirin.


