Wezîrê Pêşmergeyan: Yekkirina hêza Pêşmergeyan stratejiya me ye
Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl diyar kir ku di warê yekkirina hêza Pêşmergeyan de gavên cidî tên avêtin û ev stratejiya wan e.
Li nahya Çiwarqurneyê ya girêdayî Raperînê şahiya derçûna 8emîn dewreya Koleja Erkan a Çiwarqurneyê hat lidarxistin.
Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl beşdarî şahiya derçûnê bû û li wir gotarek pêşkêş kir.
Îsmaîl beşekî gotara xwe ji reformên Hêza Pêşmergeyan re veqetand.
Îsmaîl eşkere kir ku ew gavên cidî ji bo yekxistina hêza Pêşmerge davêjin û ev yek stratejiya wan e.
Îsmaîl amaje bi wê yekê kir ku hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê û hêza Pêşmergeyan berdewam dike.
Şoreş Îsmaîl amaje bi wê yekê kir kir ku perwerdeya Pêşmegeyan a li gelek welatên cihanê berdewam dike.
Îsmaîl li ser pirsgirêka şandina mûçeya hêza Pêşmerge hêzên ewlehiyê wiha got:
“Budce ji Bexdayê tê, divê îro Komîsyona Hikûmeta Îraqê biçe Wezareta Pêşmerge û yekîneyên 70 û 80ê.
Ez wisa bawer dikim heta 2-3 rojan dê pirsgirêk were çareserkirin û ti pirsgirêkek namîne.”