Rêber Ehmed: Çavkaniya hemû pirsgirêkan PKK ye
Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Reber Ehmed diyar kir ku hebûna PKK ya li Iraqê çavkaniya hemû pirsgirêkan e.
Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed, di civîna rojnamevaniyê de got: “Li ser pirsa PKK em li gel hikûmeta federal û hikûmeta Tirkiyê gotûbêjan dikin. Sedema ketina sînorê Iraqê hebûna PKKê ya li ser van sînoran e. PKK çalakiyên bi vî rengî dide meşandin”.
Ehmed, bal kişand ku hebûna PKK ya li herêmê neqanûnî ye û wiha got: “Ez bi kêfxweşî dibêjim ku hikûmeta Iraqê di van demên dawîn de biryar da ku PKK rêxistinek qedexe ye. Divê PKK ji van herêman derkeve da ku gelê herêmê û gundiyên wê derê bi pirsgirêk û zehmetiyan re rû bi rû nebin”.
Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Ehmed herweha got: “Em hemû di wê baweriyê de ne ku divê PKK ji van cihan derkeve da ku xelkê herêmê koçber û mexdûr nebin. Çavkaniya hemû pirsgirêkan PKK ye“.