Cîhan

Divê operasyonên li himber PKKê bi hemahengî bêne kirin

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di kongreyeke rojnamevanî de behsa rewşa Tirkiye û PKKê kir û got: “Me daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye ku operasyonên xwe yên li dijî PKKê bi hevahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilatdarên Iraqê re bike, da ku ziyan negihin sivîlên Herêma Kurdistanê. Em wek Amerîka hest bi nîgeranî û gefên ku çekdarên PKKê yên li navçeyên sînorî yên Tirkiye û Iraqê dirust kiriye dikin, lê em tekez dikin ku divê operasyon bi hevahengî bên kirin, ji bo jiyana sivîlan bê parastin.”

Back to top button