Cîhan

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak îstifa kir

Rishi Sunak piştî têkçûna xwe ya mezin a hilbijartinê lêborîn ji welatê xwe xwest û pêşbaziyek nû ya serokatiyê da destpêkirin. Sunak wê biçe Qesra Buckingham û hevdîtina xwe ya dawî bi şah re bike.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak, piştî têkçûna xwe ya giran a di hilbijartinê de lêborîn ji welatê xwe xwest û diyar kir ku wî dengê “hêrs û bêhêvî” û daxwaza guhertinê ya dengdêran bihîstiye.

Sunak di axavtina xwe de got: “Min bi derfetên xwe ev kar kir, lê we nîşanek zelal şand ku divê hikûmeta Îngilîstanê biguhere. Ya girîng dadweriya we ye”.

Sunak her weha ragihand ku piştî amadekariyên hilbijartina cîgirê wî bên kirin ewê ji serokatiya Partiya Muhafazakar îstifa bike.

Partiya Sunak di hilbijartinê de tenê 121 kursî bi dest xist, ku di dîroka wê de encama herî xirab e. SERKEFTIN PARTIYA KARKER Sunak ji ber serkeftina mezin Keir Starmer pîroz kir û got: “Serkeftinên wî yên di vî karî de wê bibin serkeftinên me û ez ji wî û malbata wî re serketinê dixwazim. Di vê kampanyayê de nakokiyên me çi dibin bila bibin, ew mirovekî bi ruhê gel tevdigere û ez jê re rêzdar im”.

Starmer berî ku bi fermî bibe serokwezîr, ji bo hevdîtina xwe ya dawîn a bi şah re çû Qesra Buckingham.

Back to top button