Civak

Ciwanê 17 salî yê Sûriyeyî li nava kolanê hat qetilkirin

Di êrîşên nîjadperest ên li dijî Sûriyeyiyan ên ku li Kayseriyê dest pê kirin û li parêzgehên cuda belav bûn de kesek mir. Li navçeya Serik a Antalyayê karkerê penaberê Sûriyeyî yê bi navê Ahmet Handan El Naîf ê 17 salî di nav kolanekî de bi vekirî hate kuştin.

Êrîşên nîjadperest ên li dijî Sûriyeyiyan ku bi îdiaya îstîsmara zayendî ya li Kayseriyê li ser zarokekî dest pê kiribûn dewam dikin, karkerê penaber ê Sûriyeyî yê bi navê Ahmet Handan El Naîf ê 17 salî ku li navçeya Serîk a Antalyayê li kolanekî de dimeşiya û nivro nava rojê bi kêran hate kuştin.

Li gor agahdariyan, li Taxa Kokezê danê nîvro dema Ahmet Handan El Naîf li kuçeyê dimeşiya ji aliyê 3 kesên ku ji du motorsîkletan peya bûn hatin rawestandin. Ahmet Handan El Naîf ê ku ji aliyê kesekî ku ji motorsîkletê peya bû lêdan xwar û piştre jî bi kêra ket ser penaberê Suriyeyê û ew kuşt.

Piştî demekî kesên êrîşkar ji aliyê polisan ve hatin girtin.


Back to top button