Erdheja di nava IYI Partiyê de berdewam e

Yek ji damezrînerên İYİ Partiyê Koray Aydin di daxuyaniya xwe ya duh de ragihand ku wî ji partiya xwe îstifa kiriye. Îstifaya Aydin bi awayekî wek erdheja IYI Partiyê tê nixandin.
Piştî Koray Aydin,
Serokê berê yê İYİ Partiyê yê Parêzgeha Enqereyê û Endamê Komiteya Îdareya Giştî yê berê Yetkin Ozturk ku bi nêzîkbûna xwe ya ji Koray Aydin re dihat naskirin, bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wî ji İYİ Partiyê îstifa kiriye.
Yetkin di daxûyaniya xwe de dibêje: “Îro ez ji İYİ Partîya ku me bi keda gelek hevalên xwe yên welatparêz ji bo xizmeta gelê xwe ava kirî, îstifa dikim.
Em xemgînin ku hemû keda ku me ji bo miletê xwe di van salan de dane berbi valebûnê de diçe.
Lê îradeya ku em ji nû ve dest pê bikin bi tevahî di hundurê me de heye.
Em bi sonda 100 salî ya ku bav û kalên me di damezrandina Dewleta xwe de daneberdewamin û em ê ji bo jiya heta hetayê ya Komara Tirkiyeyê xebatên xwe bidomînin.”


