DEM dixwaze Tirkiye bi PYDê re jî rûne!

Hevserokê DEMê Tuncer Bakirhan di bernameyaka televizyonî de bersiva pirsên rojnemevana da û li ser pirsekî behsa rewşa Suriye kir û herweha nêzinkbûna Tirkiye û Suriye jî nirxand.
Bakirhan di axavtina xwe de anî ziman ku tiştekî normal e ku Tirkiye di polîtîkaya Sûriyeyê de cih bigire û got: “Bila Esed bi PYD’ê re bibe bira. Dema ku behsa paşeroja Sûriyê tê kirin divê li wir kurdan ji bîr nekin. Li wir nifûsa kurdan a girîng heye. Şer dikin û bedelên mezin hatin dayîn. Ger ev yek were paşguh kirin dê kêrî tu kesî neyê.
Li Iraqê hevdîtinên li dijî kurdan, li Îranê her roj kurd tên îdamkirin. Kurdên pêbawer dema ku li Sûriyê xwe digihînin Esed, ji rewş û statûya xwe nîgeran in. Ew axaftinek li ser red û înkarê ye. Em nabêjin bila Tirkiye bi Esad re hevdîtinê neke. Divê bi PYDê re jî bicive. Piştrast bin, li Tirkiyê ti kes li hember vê yekê nerazî nabe. Bila gelê Sûriyê pirsgirêkên Sûriyê çareser bike. Ji bo gelê Kurd xwedî li vê dernekeve, dixwaze hevdîtinê bike. Ew wisa dike ku statû winda bibe. Ev xirecir e. Di vê rewşê de, normalîzasyon tune. Ev aborî ye. Sedema ku di vê rewşê de ye, ji ber siyaset û şerên wê yên li dijî Kurdan e. Hem li derve û hem jî li hundir pêwîstî bi normalîzebûnê heye. Bi aqilê MHPê normalîzebûn tune. MHP dixwaze hemû rengan li Tirkiyê bike yek. Bi rastî, eger ew li welatekî din bûya, dê deriyê wî kilît bûya. “Gel heq nake ku bi vê ferasetê bibe hevparê desthilatdariya Tirkiyeyê.”


