Cîhan

Li Îranê dengdana ji bo hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir

Namzetê reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan, namzetên mûxafazakar Serokê Meclîsê Muhammed Baqir Qalîbaf, Sekreterê Giştî yê berê yê Lijneya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Seîd Celîlî û Wezîrê Karên Hundir ê berê Mustafa Purmuhammedî di hilbijartinê de hevrikiyê dikin.

Dengdana ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên Serdema 14 emîn li Îranê li gor kata herêmî di 08:00an de dest pê kir. Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî li Tehranê, li sindoqa ku li hola Huseyniya Îmam Xumeynî hatibû danîn dengê xwe da.

Li gor daneyên Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karên Navxweyî, li welatê ku nifûsa wê 88 mîlyon e, nêzî 62 mîlyon hilbijêr wê di sindoqên ku li zêdetirî 59 hezar navendên dengdanê hatine avakirin, dengê xwe bidin. Herweha hemwelatiyên Îranê yên li derveyî welêt wê li navendên hilbijartinê yên ku li 95 welatan hatine avakirin, biçin ser sindoqan.

Namzetê reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan, namzetên mûxafazakar Serokê Meclîsê Muhammed Baqir Qalîbaf, Sekreterê Giştî yê berê yê Lijneya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Seîd Celîlî û Wezîrê Karên Hundir ê berê Mustafa Purmuhammedî di hilbijartinê de hevrikiyê dikin.

Namzetên muhafezekar Şaredarê Tehranê Alî Riza Zakanî û Emîr Huseyîn Qadîzadehaşimî berî hilbijartinê bi saetan “ji bo yekitiya baskê muhafazakar pêk bînin” ji namzetiya xwe vekişiyan. Namzetên ku di tûra yekem de bên hilbijartin divê ji sedî 50+1 dengan bistînin. Ger di tûra yekem de namzedek ji sedî 50+1 zêdetir bi dest bixe, 2 namzetên ku herî zêde deng stendine derbasî tûra duyemîn dibin û di tûra duyemîn a ku wê di 5ê Tîrmehê de bê kirin, serketî wê bibe 9 emîn Serokkomarê welêt.

Tê çaverêkirin ku daneyên encamên hilbijartinên ewil nîvê şevê bên eşkerekirin û encamên dawî sibe bên eşkerekirin.

Li Îranê serokkomar 4 salan kar dike û herî zêde 2 caran li pey hev dikare bê hilbijartin.

Back to top button