Şewat ji elektrikê deketiye
Di rapora destpêkê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, hat diyarkirin ku şewata ku DEDAŞ’ê îdia kir ji ber şewata pirêzeya derketiye, ne raste û şewat ji ber çirûskşn elektrikê derketiye.
Eşkere bê ku,şewata di navbera Amed û Mêrdînê de derket û bû sedema mirina 15 kesan ji ber ceyranê derketiye, di rapora destpêkê ya di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de cih girt.
Di rapora destpêkê ya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de hat diyarkirin ku şewat ji ber ceyranê derketiye.
Di çarçoveya delîlên ku ji îfadeyên gundiyan û şahidan hatin girtin, der barê karesata şewatê de ji teref dozgeriyê ve rapora ewil hat amadekirin. Di raporê de hat diyarkirin ku şewat ji ber elektrîkê derketiye. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat ragihandin wê berfireh bibe de, hat diyarkirin ku piştî ku saziyên pêwendîdar bên guhdarkirin wê di rojên pêş de raporeke berfireh bê amadekirin.
Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Amedê di rapora xwe de diyar kir ku di qada şewatê de stû tune ye û li ser rêyên ku xet derbas dibin jî li hember şewatê tedbîr nayên girtin.