Mahçupyan: Kurdistana Iraqê wêneyê guherand
Etyen Mahçupyan rojnamevan û endamê lîjneya mirovên aqilmend yê başûrê rojhilata Anadolê(Bakûrê Kurdistanê) li hevpeyvîneke taybet de encama asta yekema rapora xwe nirxand.
Li gor nêrîna min dîtina wan kesên ji derveyê Kurdan guherî, gotinên siyasetmedarên Kurdan bi têgihiştina xwe dixwendin, wekî mînak; demekî wekî leşkeran hizir dikirin ku ev pirsgirêk çareser bibe, niha bi nêrîneke îslamî lê têdigihin. Lê belê rewşa niha gelek bi eşkere li holê ye ku li gor nêrîna min hebûna Kurdistana Iraqe. Ev hebûn wateya wê wêneyê hemû bi yekcarî guherand.
Her wiha li hevpeyvînê de rojnamevan Mahçupyan dibêje: Ez gihîştim wê baweriyê ku piştî vê pêvajoya aştiyê Kurd sîstemek dixwazin ew xwe bi xwe birêvebibin. Helbet naxwazin cûda bidin û veqetin lê dixwazin li nav sînorên Komara Tirkiyê de bimînin û ew xwe bi xwe bi rêvebibin. Lê belê di derbarê bi awayeke yasayîkirina wê daxwazê de ne rêkûpêkin. Gelek ji wan dixwazin li gor mînakên ku li cîhanê de heye û hatiye pejirandin dixwazin.