Polîtîk

Barzanî li Serê Bilind dê biryara dîrokî bide

Îro Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Serê Bilind (Koşka Serokayetiya Herêma Kurdistanê (SHK)) bi awayeke cûda cûda civînek li gel endamên her dû Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û civînek li gel Partiyên Siyasiyên Kurdistanê pêkanî.

Her çende heta niha tû daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê belê li ser malpera Serokayetiya Herêma Kurdistanê wêneyên civîna Serok Barzanî li gel endamên her dû mekteba siyasiyên PDK û YNK û her wiha civîna li gel Partiyên Siyasiyên Kurdistanê hatiye belavkirin.

Encama van civînan dê çi bibe, dê Serok Barzanî biryara Parlemena Kurdistanê ya dema dirêjkirina Serokê Kurdistanê û Serokê Parlemena Kurdistanê îmza bike an na? an jî dê biryareke din bide… 

Çi biryar derkeve em ji niha ve nizanin, lê em baş dizanin ku eve qonaxeke gelek hestiyare û divê bi awayeke baş biryar bistînin ku derz nexe nava yekîtiya Kurdan û hêviya me jî ewe ku yekîtiya Kurdan bihêztir bike ne ku lawaztir.

Di demên pêş de emê encamên vê civînê belav bikin….

 

Back to top button