Polîtîk

Serok Barzanî biryar neda û bi tenê raya wan wergirt

Serokê Kurdistanê serpereştiya civîna hevbeşa her dû Mekteba Siyasiya YNK û PDK kir

Berî nîvroya 04.07.2013 li Selahedîn, bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê her dû Mekteba Siyasiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê(YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiya.

Civîn taybet bû bi şêwîrîn û danustandina bîr û ramanan yên di derbarê bi doz û keysên pêwîstî bi destûr û hilbijartinên Parlemen û Serokayetiya Herêm û biryarên dawî yê Parlemena Kurdistanê bûn.

Li rojên pêş de birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta şêwirîna zêdetir li gel aliyên din komdibe.

Her wiha li kombûnê da guhertinên nû yên qada siyasiya Iraq û Kurdistan û navçeyê jî hate nirxandin.

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê serdana xwe ya Fransa û hevdîtinên li wan welatan li civînê de behs kir.

Her wiha li civînê de serdana çaverêkirî ya Serokê Herêm ya Bexda ku li rojên pêş de dihête encam dan, behsa wê yekê kir û guftûgo li vî derbarî de kir. Li vê serdanê da şandekî hikûmî û siyasî pêkhatî ji nûnerên hizban hevrêyiya Serokê Herêma Kurdistanê dikin.

 

Serokê Kurdistanê li gel hejmarek aliyên siyasiyê Herêma Kurdistanê civiya

Êvariya îro pênçşem 04.07.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok û Nûnerê hejmarek aliyên siyasiyê Herêma Kurdistanê civiya.

Li destpêka vê civînê de Serok Barzanî bi kurtî li encama serdana xwe ya vê dawiyê ji bo her dû welatên Rûsya û Fransayê ji bo amadevanan behs kir û balkişand li ser wê yekê ku pêgeha Herêma Kurdistanê li cîhana derve de roj bi roj zêdetir dibê cihê girîngîpêdana welatan û navendên biryara navdewletî û kompanyayên navdarên cîhanî.

Li vê civînê de behsa wê serdana çaverêkirî jî kir ku birêz Serok Barzanî li gel şandekî hikûmî û siyasî li çend rojên pêş de serdana Bexda dike.

Pêvajoya navxweyiya Herêmê û meseleya destûr û hilbijartinan û biryarên dawî ya Parlemen mijareke dinê civînê bûn û amadevanan li civînê de dîtin û têbîniyên xwe yên li vî derbarî de xistin rû.

Back to top button