Cîhan

Kiliçdaroglu amadekariya vegerê dike 

Kevneserokê partiya CHP Kemal Kiliçdaroglu hewl dide ku dîsa vegere siyaseta çalak û bibe serokê CHP.  Ragihana Siyasî Nur Tuğba Aktay, di bernameyek televizyonê de diyar kir ku Serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li gor daxwaza bingeh û nûneran ji bo serokatiya partiyê dest bi kar kiriye.

Aktay, di televizyona TV100 de agahiya paşperdeyê diyar kir û got ku li gor agahdariyên ketine destên wê,  Kemal Kiliçdaroglu ji bo serokatiya CHPê dest bi xebatê kiriye û di vê çarçoveyê da daxwazek binkeya partiyê heye.

Nur Tuğba Aktay got: “Me agahî girt ku di nav ekîba Kemal Kiliçdaroglu û heyeta wî ya CHP de, li baregeha partiyê û di nav delegeyan de daxwazek heye. Bi vî awayî Kiliçdaroglu ji bo serokatiyê dest bi xebatê kiriye”.

Özgür Özel jî ji vê rewşê haydar e.

Kemal Kiliçdaroglu yê ku 13 salan serokatiya CHOP kir, di kongreya Mijdara 2023an de wezîfeya xwe radestî Ozgur Ozel kir. Aktay herweha diyar kir ku haya serokê nû yê CHP Ozgur Ozel jî ji vê hewldanê heye û ji ber vê yekê jî bê serûber, bê plan û proje tev digere.

Back to top button