Cîhan

Nifûsa Bexdayê 8 milyon derbas kir

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî diyar kir ku hejmara nifûsa Bexdayê ji 8 milyonanî derbas dibe û divê xizmet bên zêdekirin.

Di daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Serokwezîriyê de hat destnîşankirin ku Sûdanî di çarçoveya plana xizmetê de serdana odeya operasyonê ya şaredariya Bexdayê kiriye.

Li gor daxuyaniyê, Serokwezîr diyar kir ku hejmara niştecihên Bexdayê 8 milyon derbas kiriye, lewma divê xizmetguzarî bên zêdekirin û bilezkirin. Sûdanî got ku pêşanî wê kêmkirina qerebalixa trafîkê û projeyên xizmetguzarî û guhertinên radîkal bin.

Back to top button