Kultur

Kaynarca: li Tirkiyê pêwîst nake herkes Tirk be  

Lîztikvanê Tirk Oktay Kaynarca, yê ku di fîlmên wek Eşkiya Dunyaya Hukumdar Olmaz, Kurtlar Vadisi û di gelek fîlmên mafyayî de serlîztikvanî kiriye, ji gotina xwe nehat xwarê û got: “Ez ji Tirkiyê me, lê Tirk im. Pêwîst nake herkes li Tirkiyê Tirk be“.

Kaynarca di 3ê Gulanê Roja Tirkperestan de ji alî komek netewperestên Tirk ve Xelata Gurê Boz ê Zêrîn wergirt. Piştre kaynarca axivî û gor ku “Ez ji Tirkiyê me, lê Tirk im. Herkes ne mecbûr e li Tirkiyê bibe Tirk“.

Gotinên Kaynarca komên Tirkperest û netewperestên Tirk aciz kirin. Koma ku xelat dabû Kaynarca xelata xwe paş de xwest.

Li ser vê yekê, Kaynarca ji gotinên xwe poşman nebû, gav paş de neavêt, dîsa heman gotin got, li gotinên xwe xwedî derket û got: “Gotina ez ji Tirkiyê me tê wateya ‘Ez zarokê vî welatî me’. Ne hewce ye ku herkes Tirk be, wek şexs ez Tirkekî ji Tirkiyê me, divê herkes wêribe bêje ez ji Tirkiyê me, zarokê vî welatî me. Li Tirkiyê pêwîst nake herkes Tirk be”.

Back to top button