Rûken ji aliyê çeteyên çekdarên PKKÊ ve hate revandin
Li rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên PKKê ve revandina zarokan berdewam e. Herî dawî keçek kurd ku temenê wê 14 saliye ji aliyê çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanen Şoreşger ve hate revandin. Navê keça Kurd Ruken Îmo ye.
Dayika Ruken di bernameyeka televizyonî de doza berdana keça xwe ji dezgehên PYDê dike. Dayika Ruken dibêje ku, keçamin sala 2010 ji dayik bûye û zarokeke. Ew 6ê heziranê ji aliyê hinek ciwanên çekdar ve hatiye revandin.
Malbata Ruken piştî dagirkirina Efrinê koçber bûne û hatine Qamîşlo niştecîbûne. Di mercên penaberiyê de jiyanek zehmetî dijina û bi kutekî debara xwe dikin.
Wek tê zanîn PYD bi darê zorê zarokên temen biçûk direvînê û wan bi çek dike û rêdike qadên şer. Gelek cara ev yek hatiye rojeva Hêzan Hevpeyman jî. Lê PKK dev ji vê kiryara xwe ya qirêj bernade.