CîhanRojev

Alex Balazs: Kurd yek ji hevalbendên me yên xurt in 

Namzetê Kongreya Amerîkayê Alex Balazs, ji K24ê re ragihand ku Kurd hertim hevpeymanê wan yê bihêz bûne û hêzên Pêşmerge hertim bê tirs şer kirine, û hegerbê hilbijartin jî wê ji bo bihêzkirina hevpeymaniya welatê xwe û Herêma Kurdistanê kar bike.

Balazs, bal kişand ser wê yekê ku karê Kurdên li DYA yê pir girîng e û got: “Kurd her tim hevalbendên me yên xurt bûn. Hêzên Pêşmerge hertim bê tirs şer kirine. Wergera navê pêşmerge tê wateya kesê bi mirinê re rû bi rû dibe. Wan ev yek gelek caran ji bo Dewletên Yekbûyî kir“.

Balazs  bi berdewamî got: “Yek ji sedemên serkeftina me ya li Bakurê Iraqê jî hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye.Li vir Kurd hene. Ew xwe wek Kurdistaniyên Amerîkî didin nasîn û tenê navekî bi kar naynin. Ji ber ku ew bi tevahî di nav civaka Amerîkî de ne. Ew mirovên pir xwenda ne û her gav piştgiriyê didin Amerîkayê”.

Balazs amaje bi peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Wek Amerîka divê haya me ji hevpeymanên me hebe û piştevaniya wan bikin. Heger ji bo kongreyê wek namzet bêm hilbijartin, yek ji armancên min wê bihêzkirina hevalbendên me be. Gelê Kurdistanê ev yek heq kiriye û divê em wan nêzî xwe bikin”.

Back to top button