Cîhan

Yaşar Guler li dijî hilbijartinên Rojava derket

Wezîrê Paraztina Tirkiyê Yaşar Guler, li ser hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê got: “Em xebatên van hilbijartinan napejirînin”.

Wezîrê Paraztina Tirkiyê Yaşar Guler, bi fermandarên hêzên Tirkiyê re bi rêya telekonferansê civînek li dar xist û li ser hilbijartinên li Rojavayê Kurdistanê jî dîtinên xwe anîn zimên.

Di civînê de Yaşar Guler hilbijartinên şaredariyên Rojavayê Kurdistanê wek qonaxa avakirina dewletekê bi nav kir û got ku ew xebatên van hilbijartinan bê qeyd û şert red dikin.

Guler diyar kir ku ewê rê nedin ku li Rojavayê Kurdistanê korîdor û qonaxa dewletek serbixwe bê avakirin.

Yaşar Guler angaşt kir ku hilbijartinên herêmî yên li Rojavayê Kurdistanê di bin perdeya têkoşîna li dijî DAIŞê raya giştî ya navneteweyîtê xapandin û ev yek li dijî welatê wan planek e.

Back to top button